Logo Weiter Schreiben
Menu
Recherche
Écrire, encore – Suisse est
un projet de artlink
De | It
Logo Weiter Schreiben
Menu
Lettres > Suzan Samanci & Karelle Ménine > À bientôt tu sais – Première lettre

Di nêzîk de hûn dizanin - Nameya yekem

Un feu de carnaval, symbole de renaissance. © Karelle Ménine

Suzana delal,

Em du jin in, em li heman welatî dijîn û em dinivîsin, ev e tiştê ku me dighîne hev. Em yek xerîba ya din in, em ê ji ber vê yekê pirekê ava bikin.

Ez li kafeyekê rûniştime, saet 17û16 deqeye. Baran dibare hinekî. Li kêleka maseya min du jin tên rûdinin û çikolatayên viyanayî siparîş dikin. Ez meraq dikim, heke li Dyarbakirê wiha rûniştibûna dê çi bistendana. Ez ji xwe dipirsim bê ka çi bi Dyarbakirê hatiye. Min ji tenêtiya darên wê yên palmiyeyê, ji cûnê tarî yê kevirên mizgeftê û minareya wê ya sipî hez kir. Min xeyal kir ku ez ber bi paş ve rêwîtiyê dikim. Sûrên wê yên bilind tên bîra min, ku li ber sîbera wan zarokan ji xwe re dilîst. Her wiha, tê bîra min ku tankên Amerîkî li ber deriyê bajêr hatibûn bi cîh kirin, ev ji bo yên ku hebûna we nas nakin jî wêneyekî heqaretê ye.

Peyva bi zimanê xwe, ya ku tu niha ji bo vê valahiya Diyarbakirê hîs dikî, tu yê ji min re bêjî? Ez bitenê dixwazim vê ji te hîn bibim.

Suzana delal,

Nivîsandina nameyekê tiştek e. Ji te re nivîsandina nameyekê tiştekî din e. Ji pirsên min ên ber bi te yekê jî ne dixwest ku ya yekemîn be, ji ber vê yekê min xwe xist cihê çavdêriyê, yê herî bilind ê Cenevreyê, odeya çavdêriyê ya kuleya başûr a li nav çavê 160 pêlikên ku li hev dizîvirîn û ber bi serê katedrala St. Peterî ve bilind dibin. Cîh ji van zilamên pager ên bêtevger, ku bi salan li vir rawestiyan da ku çavdêriya bajarê xwe bikin, û ku niha winda bûne vala ye (zêrevanê dawîn, ê ku navê wî « Monsieur Magnin » bû, di 1911-ê de ew der bicî hişt). Di vê kolîtika bêhempa ya fenerî de dar dikin zîqezîq û bêhna tozê ji wan tê. Ronahî ji pencereyeke pir biçûk bi boşahî digihîjin, meriv li vir xwe weke ku di keştîyekê de ye.

(Her çend ne mimkûn be ku meriv di kabîneya piçûk a tuwaletê ya êdî qufilkirî de rûnê jî, min demeke dirêj bala xwe dayê, û yên ku li vir, ji vê hemî bilindahiyê pêdiviyên xwe pêk tanîn xeyal kirin.

– Ah, vaye dîsa vêxerê lampeyên kolanê tê.)

Dema ku tu jî rojekê bêyî vir, gelo tu yê li çi bifikirî?

Ez li ber dikevim ku hatina vê stargehê bi pere ye. Divê dereke wiha neyê ziyaret kirin, lê dilxwaz lê bimînin ku werin binivîsin, şevekê rakevin, wêne çêkin, ji bilî ku bi xwe re bimînin tiştekî din nekin, xewên xwe yên giran di nav nivînên wê de bikin. Meriv mifteya wê emanetî yê yan ya rêbiwar bike, heke hinekî cîh guherî be jî, misoger bike ku roja din wî an wê bibîne.

Nivîsandina nameyekê tiştek e. Ji te re nivîsandina nameyekê tiştekî zehmet e. Peyv weke notayên piyanoyê ne, ku bêyî tu beşê, hewl dide rîtmekê – baldar e ji bo ku rê li ber tu tiştekî bingehîntir negre – pêşkêş bike. Ji ber vê yekê, ji wê demê de, ez dixwazim wekî Viva Sancheza (bestekara ew çend zîrek) ku li pîyanoyê dide, ji te re binivîsim. Li ser amûra darîn, bi dubarekirina demjimêrên dirêj a heman notayan bi destan, ew bi dil û can dixebite ku zimanê xwe yê taybetî, bi temamî, bixwe ava bike.

Îro ew roj e, ku asîmanê payîzê bi şînî hatîye xemilandin. Ew dê aniha ber bi şevê ve bişemite. Hewa hînik e, hîn ne sar e. Hîn bi temamî nebûye.

Suzana delal,

Berf bariya li ser girên bilind. Ez di dawîya hefteyê de çûm geliyê Forclazê û weke dîyarîyekê, li her dera gundî berf bariyabû. Weke ku bibêje: Demsal vedigerin, ew ê jî derbas bibe. Yan weke jesta helbestê.

Min her tişt di herşê xwe de girt.

Ji wir ez li çiyayên te yên Kurdistanê fikirîm. Meriv çi dibîne dema ku li wan digere û mezin dibe ?

Ji wir, şopên mamizekê yên li ser gîhayê bindarekê yê berfgirtî, ez dîsa li nivîskar Tarjeiv Vesaas û şakara wî « Çivîk »ê fikirîm. Ez dîsa li Mattis fikirîm, ew zaroyê dilpak ku ji şopên çivîkan ên di nav berfê de alfabeyek wergerandiye. Peyv pêkanîn e. Û ku ew jî careke din ji bo çivîkê dinivîse. Ez dîsa li nivîsandinê ramiyam, li vê jesta ku xwe dispêre ceribandina wergerê, ji bo derxistina holê ya tiştê ku ev çend kûr ketiyê. Ji bo ku wê bi pêlên li peravê têkçûne pêk bînim.

Suzana delal,

Ez îşev ji avahiyeke arşîvkirinê derdikevim. Wekî ku tu dizanî, ez gelek wextî di nav van qutîyên cûn an jî reş de dibuhêrim ku li wê derê, pirdengiya zindî, belgeyên her demê, li bêndî ne ku wekî koma textan bên rêz kirine.  Min lêkolîn li ser kaxizên ku bi baldarî hatine pêçan, carinan zirar dîtine kir, û li rûyên wan kesên ku li ser destnivîsan, nameyan zal bûbûn geriyam.  Min li wir nivîsên girtiyeke Auschwitzê ku bi çend rêzikên li ser kaxezên bi ber bayê ketî, heta ku karibûye bikitekit sereboriya xwe nivîsiye keşf kir.  Ez li Simone Weil, Etty Hillessum, Anne Frank fikirîm. Ez nizanim hêza parastina rûmeta xwe ji ku peyde dikirin. Tişta ku ez dizanim, ew e ku van jinan, bi nivîsandinê, çiqasî hewl dane ku li hemberî vê cîhana bi tundûtûjiyê tije giraniya xwe danine. Her wiha min dît ku (vê yekê demeke dirêj rê li ber min girt) hêmanên li ser peyva vî gelî ku dadgehên serdema navîn bi zorê lêpirsînê li ser wî dikin.  Ev gelê ku pê re mameleya parsekan dihate kirin, bi hêsanî, heta dawiyê red kir ku weke « bedbext » jî bê dîtin.

Suzana delal,

Niha sar e êdî.

Dayika min bi sîxik ji min re şalikeke qehwerengî çêkir. Paşnavê dayika wê yê keçaniyê Yaqûb bû. Li Kurdistanê dibêjin ku Yahûdi, ji « eşîrên winda » yên ji qraliyeta Îsraîlê ya piştî fetha Asûriyan a sedsala XIIIê ya berî zayînê hatine derxistin tên.

Sirgûn, ev vegera bêdawî ye.

Suzana delal,

Bi hêviya hev dîtinê, te got herê.

Kerelle

(Cenevre – La Forclaz – Toulouse. Cotmeh – Kanûn 2022)

 

Wergera ji Fransizî: Yakup Karademir

Auteurs & autrices

Datenschutzerklärung

ContactMentions légalesLettre d'information
Mentions de Cookies WordPress par Real Cookie Banner