16ê Kanûnê 2022
Genève
Karelleya delal, dema ez ji êvara xwendinê ya li “Lîteratûrhaûs” a Zurîhê vegeriyam, min nameya te di trênê de xwend. Min di destpêkê de nexwest li ser hevoka “Nivîsandina name tiştekî din e. Ji te re nivîsandina nameyek jî tiştekî din e.” Ez nizanim çima ev hevok ewqasî bandor li ser min çêkir, paşê min axînekê kûr kişand: “Herdem bi bêdengî distirê kula ku min di hundirê xwe de mezin kiriye!” Gotinên te, ew zimanê te yê helbestî, di kompartimana bêdeng de mîna perîkekê wekî ku bi ber bayê bikeve difirîya. Çemên kurdî, tirkî û frensî yên li deşta zimanê min dilivîyan, xwe dirêjî hev kirin û ramûsandin û paşê dema ku vekişiyan nav bestên xwe, kêlîyekê hebûna min bi min ecêb hat. Min di ber xwe mirmirand, ez li ku me!
Meha dawî ya salê ye. Berf dilezîne, şaxên tazî dinixumîne. Bi lezgîniyekê narîn, pêristên îstesyonê dilivin. Ciwanekî ku qewdek gulên sor di destê wî de ye, tê li ba min rûdine. Ew bextewariya di nav xezikên lêvên wî de fireh dibû, mîna di bedeneke têr û azad bû, difikirim. Sîya gulên wî di camên berçavka jina porzîvîn a ku li hemberî min di xew re çûbû, dilerizî.
Peyvên wekî dem, cih, bireser, xwebûn, xeyal û sî wek kişikek di bîra min de vedibû û min nameya te ji nû ve xwend, Karellya delal.
Dema ku ez ji trênê peya bûm û min da ser riya malê, çîkolatên şahanê û makaronên rengîn, min di vitrînên ronîkirî de dît. Wê demê ez li zarokên me fikirîm, dema ku pozên xwe dikutan caman û li bendî nan, bi tenê li bendî nan diman. Ew kesên ku daxwaza çîkolatên Vîyana dikirin, gelo çavên wan bi bedenên zarokên ku li qeraxa çeman werimî û qulqulî bûne ketine gelo?
Calvino “Bajar, yên ku ji bejahiyê ve tên re cuda û ji yên ku ji zeryayê ve tên re cuda dixuye” dibêje. Gava mirov ji derve ve yan ji dûr ve lê binêre, her tişt pir cuda tê xuya kirin. Ez nikarim bilêv bikim, bi tenê dijîm, ji dûrahîya vê xemginîyê. Nikarim birevim ji kendên janê. Xewnên min êdî bêdeng in, lê ne xeyalên min!
Karelleya delal, tu çûye bajarê min î ku ez lê ji dayîk bûme, tu lê gerîyaye… Ew zarokên ku di bin sîya kelehên nepenî de dilêyîstin, xwazîya zimanê wan hebûya û bipevîya… Bajar û kevir jî digirîn. Niha ez ji welatê xwe dûr im, ez naxwazim bibim stemkarek dilşikestî û di nav artêşekê ne raziyan de, di nostaljiyeke ku min têk bibe û bifetisîne de, bijîm. Tu têsîra nebûna Amedê ji min dipirsî. Zimanê ku bi sedan salê hatiye qedexe kirin û hebûna wê nayê naskirin, ez bi wî zimanî dibêjim ku “Karelleya delal, êşa min û êşa me pirr kûr e!”
Hemû tiştên nû û destpêk dijwar in, bi êş in û di hundirê xwe de bi temamî nûjenî û avakirinê dihewînin. Ez çend caran çûme Katedrala Saint Pierre, lê çavê min nebirî ku di wan pêlikên teng re hilkişim jor. Dêr û mizgeft bi tenê huner in; camên rengîn in, akustîk in û pirtûkên pîroz jî roman û helbest in. Yên ku ji bo berjewendiya xwe peyvan û rengan ditewînin, hevdu pirr baş nas dikin. Xwecihên Gûatemalayê dibêjin, “Di nava peyvê de her tişt heye, lêbelê li derveyî peyvê tiştek tuneye.”
Îro min xwest ez dîsa biçim Katedralê, silavê bidim kursiyê Calvînî û bibêjim: “Haya te jê heye hê palkursî, li Stenbolê bavekî serokê terîqetê, keça xwe ya şeş salî bi mirîdê xwe yê bîst û neh salî re zewicandiye!” Çarenivîs, hilbijartî, yên hatinehilbijartin, yên naletkirî, rizgarbûn, pakbûn û pîrozbûn! Ev çi ye û ev çi tebayî, min bangî valahîyê kir. Dinya sar e, li ser banan pûkeke berfê heye, çivîkên berfê pêl bi pêl li ser banan vedinişin û dîsa difirin.
Genèva ku bêhna parfûm û dewlemendiyê jê tê, dilê min xweş nake, lê belê pêşaniyên nivîskarên ku lê bûne mazûvan û li ser vê xakê mezin bûne, bîhna min fireh dikin. Musil dibêje « Bajar jî weke mirovan in, bi meşên xwe tên naskirin.” Min ê çawa zanibûya ku ez ê li bajarê ku ew lê hatiye veşartin piyasê bikim! Her cara ku ez diçim bajarê kevnarê, ez ji xwe dipirsim, ew kevirên ku wek dîrokek nepenî dibişîrîyan û her kevirekî wê bêhna dîrokê jê dihat, min digot kî dizane, di van malan de kî jîyane û çûne û hatine.
Gava ez di ber mala Borgesê ku bihiştê weke pirtûkxaneyeke mezin didît re derbas dibim, hevoka wî ya ku dibêje,“Dem rûbarek e ku min li ber xwe dibe, lê rûbar ez im; pilingek e ku min ji hev perçe dike, lê piling ez im” tê bîra min. Fikr û ramanên Rousseau yên ku di hundirê xwe de xweza, azadî, ronahî û aştî dihewîne, lê dema ku mijar tê ser fikren wî yên li ser jinê, min dilgiran dike.
Karelleya delal, tu dibêjî ez meraq dikim, gelo niha Amed çawa ye? Tu dizanî, dibêjin, dema ku te yek pirsî, tu dikarî hezar axîn bibihîzî! Ev ê ya ku dîrok her tim xwe dubare dike. Gestapoyên ku bi maskeyên xwe yî demokratîk dibişirin û vendal û tîranên ku kirasên xwe diguherînin û her cihî perçe perçe kirine û bi govendeyên xwe yî kujende her derî weran dikin. Ew kevirên bazalt yên reş, kolanên bi kevirên parke, ew avahiyên bêdeng yên ku dêr bûn û di pey re bûne mizgeftên bi mînareyên spî jî, ji zêmar û mirinan bêzar bûne! Dema ku jiyana me bi îdareya irfî û rewşa awarte derbas dibe, em herî zêde peyvên, “qedexe, şerm, guneh, raweste û nasnameya xwe derxe!” dibihîzin. Rêgeza teqûz a xwezayê ye, ciyên ku qedexebûn hebe, civak tê ba hev, di xwezaya mirovahîyê de azadî hebe jî, heqîqet ne di destê entellektuel û hêzan de ye, heqîqet di destê marjînal û kêmneteweyan de nîne gelo?
Keralleya hêja, dema min ev rêz ji te re dinivîsandin, min qehweyek vexwar û got de ka ez li nûçeyên welatê xwe binêrim. Bi kurtî mirov ditirsîne! Welatê min nikare bêhnê bistîne û guheriye bûye girtîgeheke mezin! Ne tenê Kurd, yên hinekî li dijî rejimê derdikevin jî di nava metirsiyê de ne. Yên ku mîrata Führerê bi simbêlboq a di Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de bikêfxweşî berdewam dikin, hene. Li erdnîgariyên têkçûyî ku têr behsa wê nayên kirin, gelek Anne Frank bi bêdengî ji bo dîrokê notan dinivîsin. Dema min di ciwanîya xwe de rojnivîska Frankê xwend, deftereke min jî bi navê “Kitty” hebû û dema min fêm kir ku nikarim bi awayekî azad binivîsim, neçar mam ku wê bişewitînim. Tenê vê atmosfera ku lê pirtûk, stran û reng weke sûc têne dîtin û jiyanê zanin…
Ma mirov dikare “Aushwitz, Dachau, Treblinka, Bergen-Belsen” jibîr bike? Baş e çima dengê zarokên ku li Helebceyê digotin “Dayê bêhna sêvan tê!”, çavên wan ji barana zahferanî dişewitîn, zarokên ku xwe dispartin dawên dayikên xwe û yên ku pê bi hezaran mirîyan dikirin, tî û birçî ber bi sînoran ve hildikişîyan, çima dengên wan nehat bihîstin, çima cîhanê lîstîka kerr û lalîtî lîst? Çi ecêb, ev mirovahîya ku şaristanî û teknolojî afirandiye, nikaribe di nava xwe de aramiyekê pêk bîne? Ew komên çivîkên mirî yên ku li qeraxa Dîcle û Feratê? Û bajarên ku kelehên wan hene, helbet dîlîtiyê jî zanin û wêrektîyê jî…
Çiya ne xapînok in, rastîyek in! Biqasî yên ku ji bo Mahsa Jîna Emînî porên xwe kur kirine rastî ye! Ew jinên ku xeta bêdengî wekî rolek jê re diyar kirin û parsûya Âdem red kirine, li Mezopotamyayê ji xweliyên xwe, xwe ji nû ve diafirînin.
Li vir jîyana xwe ya hebûnê dema ku bi rêgezî ji bo xewna pêşerojekê azad ava dikim, wek qazên kûvî yên serhişk ên Kusturica di hişê min de herdem bi hewa dikevin. Gava xeweke şîrîn dikeve çavên min. Dengbêjên ku rûçikên wan ji tavê qemirî ne, li deşta zer a bêserûbinî destana « Mem û Zîn »ê ya Ehmedê Xanî distirênin, awazên Teodorakis di şeva Newrozê ya bi tava heyvê de li odeya min a ku bêhna nêrgizan jê tê, olan didin. Diveciniqim.
Karelleya delal, bila şalika bindeqî ya ku dayika te ristiye di rojên te yên herî xweş û afirîner de, ji te re bibe besta helbestê. Gava di vê beyaniya pir xemgîn de nameya xwe bidawî tînim, weke ku Herta Mullerê jî gotiye, « Min qet hisabê vê yekê nekiribû. Min ji xwe pirsî, tu birastî jî li ku yî? Ya herî baş ew e ku careke din valîza xwe bigrim û biçim, lê bi kuderê ve?”
Bi dostanî, bi hêviya hev dîtinê.
Suzan