Logo Weiter Schreiben
Menu
Recherche
Écrire, encore – Suisse est
un projet de artlink
De | It
Logo Weiter Schreiben
Menu
Lettres > Suzan Samanci & Karelle Ménine > À bientôt tu sais – Troisième lettre

À bientôt tu sais – Troisième lettre

Le chemin qui mène vers l’abbaye de Romont.© Karelle Ménine

Suzana delal,

Meriv ji ku dest pê bike, û çawa…

Rewşa Kurdan bi şerê li Ûkraynayê ve girêdayî ye.

Rewşa Sûriyê girêdayî şerê li Ukraynayê ye.

Em hemî bi awayên cuda li her derê dinyayê girêdayî şerê li Ûkraynayê ne. Lê li vî şerî, li Tirkiyê (N.B. bakurê Kurdistanê), erdhejek zêde bûye, ku ji bilî niştecihên herêmê çi jin û çi jî mêr, sûriyeyiyên ku hatine wir ji bo ku hinekî aramiyê bijîn, bixebitin, mezin bibin jî li ber xwe biriye. Rojnamevanê Sûriyeyî Yaman Xetîb bi jina xwe, zarokên xwe, dê û bavê xwe re di vê erdhejê de, li vê Tirkiyeya (bakurê Kurdistanê yê) ku xwe ji welatê xwe, weke penaber lê girtibû jiyana xwe ji dest da. Jîyanên nearam hene û ji bo meriv wan ravebike peyv têr nakin, hindik in. Wî li ser şer, bi renceke merivayetiyê ya bêserûber hertim belgefîlm çêdikirin. Min îşev li fîlmê wî yê bi navê « Di Xefika Idlibê de » temaşe kir. Wî li wir dabû ser şopa jinekê, Arlam (Ez baş nizanim ev nav çawa tê nivîsandin). Jinik li pêş kamerayê, tenê bi gotinekê dibêje ku, divê em wan ji bîr nekin. Ew vî tiştî bêyî ku hêrs bibe dixwaze. Ew dibêje qey, gotineke ku ji hêla kesên din ên ne ji wan ve bê gotin, wê bibe piştgiriyeke pir mezin. Ji bo bizanibin ku ew ne ewçend bitenê ne, ewqasî jî bitenê nehatine hiştin. Lê mixabin ew yek wiha ye. Gelê Sûriyê, ji alî civata navneteweyî ve, bitenê hatiye hiştin û dimre. Disa jî, li hemberî her tiştî, ew bi wêrekî di ber xwe dide. Wekî gelê te.

Ev erdhej, kêmasiyên sîstemên van welatan derdixe holê, li Tirkiye û li Sûriyeya (rojavayê Kurdistanê) ku qurbanî du caran mexdûr bûn; ji ber ku xaniyên wan nesaxlem, kaxezî bûn, ji ber têrnekirina alîkariyê û ji ber nexwiyabûnê. Welatê te jî hatiye hingavtin. Ez dizanim ku, ji ber van derdan hemiyan tu her tim birîndar î.

Min ji te re pêşnîyar kir ku tu têkevî rê biçî pirtûkên xwe yên li Dyarbakirê bigrî, ji xwe re bînî Cenewreyê, da ku tu wan dîsa bixwînî. Lê, te bersiv min da, got: na… Ez ji vê jî tê dighêm, helbet tu dixwazî rojekê vegerî welatê xwe. Navê ku pirtûk li te vegerin, helbet divê ku tu li wan vegerî. Ya rast jî ev e.

Te ji min re wêneyekî xwe, li mala xwe, li ber pirtûkxaneya xwe ya xweşik û dewlemend şand. Bi hezaran pirtûk, yên ku zimanê te, nivîsa te afirandin, ku wan jî bi te re hevaltî kir. Tu dibişiriyî, bigiranî, weke jineke nivîskar.

 

Li hemberî yê/a nayê binavkirin meriv dikare çi bike.

Meriv çawa behsa êşa sirgûnekê bike, çawa wê sivik bike.

 

Li hemberî van tiştan hemiyan nameyek dikare çi bike.

 

Suzana delal,

Van demên dawîn, gelek caran helwesta Rainer Maria Rilke tê bîra min, ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, ji xeynî tişta bitenê ku dizanîbû bike; ji nivîsînê pê ve, nikaribû tiştekî din bike.

Gelek caran Annemarie Schwarzenbach jî tê bîra min ku, dema di sala 1942-yê de, peyayekî qampizkî dixwest merivê spî bike sîmaya bitenê ya merivayetiyê, ew çû Kongoyê wêneyê cihêrengiya merivayetiyê girt û li ser wê nivîsî.

Em nikarin bibin leşker. Em dê çekekê jî hil negirin. Gava ku dinya dibe şev, di bêdengîya odeyên xwe yên wekî hev de, em dinivîsin, tiştê ku ji destê me tê ev e. Biqende ku dikarin, çi rê li ber me bigre, me aciz bike, em dinivîsin. Nivîs ji bo vê yekê ye, di vê de, her tim diayek heye.

Di 24-ê Berfanbarê de, 13 roj piştî tarîxa nameya te ya dawî, sê kes li navenda Parîsê şehîd ketin, sê kurd dîsa hatin kuştin û min bi fikara ku tu li paytextê yî, ji te re nivîsî, pirsî bê tu li wir î. Te bersiva min da got, « Ez pir xemgîn im. Şeva çûyî xew bi çavê min neket. Dema Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin qetilkirin jî, ez gelekî pê êşiyam. Min pir dixwest ku tu Sakîne Cansiz nas bikî. Kurd çi merivên bextereş in, ne wiha ye? » Qetliama çileya 2013-ê dîsa bicarekê re tê bîra min, derketina holê ya dîmenekî dûr, biranîneke ew çend şêlû. Tiştê ku wê demê di hişê min de mabû ji nû ve xuya bû: cînayeta kuştina sê jinan a bigelek guleyan, li avahiya Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê li Parîsê.

Min dest bi lêgerîna navan kir. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Saylemez (Ronahî), paşê jî Emîne Kara, Seroka Tevgera Jinên Kurd li Fransayê, Mîr Perwer, hunermendê Kurd yê penaberê siyasî û Abdurrahman Kizil-ê ku malnişîn bû.

Min wiha hizir kir ku ez jî yek ji wî nifşî me, ku gelek caran naçar maye rû û navên qurbaniyên êrîşan ên ku berê nedihatin naskirin di rojnameyan de kifş dike, ku em jî dikarin rojekê, rojeke xirab bibin armaca kiryareke wiha krêt.

Min îcar ji xwe pirsî, got gelo li cîhanê jinên din ên ku ji ber têkoşînên xwe hatine kuştin kîjan in.

Jinên Afganîstanê hatin bîra min. Di 30-ê Îlona 2022-yê de, di êrîşeke xwekujî ya li dijî navendeke perwerdeyî ya xwendekaran a li Kabûlê de, zêdeyî sîh kesî jiyana xwe ji dest da, ku piraniya wan jin bûn.

Paşê, Îran hate bîra min. Di 16-ê Îlona bûrî de, vê carê jina Kurd, Jîna Emînî ya 22 salî, piştî « binçavkirina »ê bi sê rojan, ji alî polîsên Îranî ve, jiber xwedêgravî hîcaba “neguncaw” lixwekirinê jiyana xwe ji dest da. Jin û keçên Îranî (Kurd, N.B) ku bi dehan salan e zilmeke bênavber li wan dibe, nikarin tişta ku dixwazin li xwe kin li xwe bikin, nikarin tiştê ku dixwazin bêjin bibêjin, derketine kolanan, tevgereke serhildanê dane destpêkirin, pêçeyên xwe li hewayê liba dikin, jiyana xwe xistin xeterê, hevrêyên wan ên mêr jî xwe gîhandine wan. Ji wê demê ve bi sedan xwepêşandêr bi gule û derbên desthilatdarên Îranî şehîd ketin. Bi sedan miriyên, ku ez ê navê wan qet nas nekim hene.

Ez zîvirîm Gulana 2021-ê, dema ku li ber avayiya dibistanê ya ji bo keçan, li heman taxê rêzeteqîn pêk hatin û di encamê de 85 kes hatin kuştin, piranî Keçên lîseyî bûn. Piştre, di 1995-ê de, li Cezayîrê, êrîşên li dijî jinan qat biqat zêde bûn. Li Kanadayê, gava ku di 23-yê Nîsana 2018-ê de, Alek Mînassîan bi qestî bi kamyonê ketibû nav girseyê û 10 kes, ku 8 ji wan jin bûn kuştibûn û Marc Lépine beriya ku xwe jî bikuje, di 6-ê Berfanbara 1989-ê de, li Ecole Polytechnique a Montréalê  14 jin kuştin, herduwan jî nefreta xwe ya li dijî jinan weke sedema îdeolojîk a tawanên xwe îdîa kiribûn.

Ez her wiha li Kolombiyayê fikirîm, ku di 16-ê Îlona 2015-ê de, Flor Alba Nunez-a rojnamevan ji ber lêpirsîna xwe ya li ser sûcên organîzekirî ji aliyê kartelan ve hat înfaz kirin.

Û ez li Anna Politkovskayayê fikirîm, ku di 7-ê Cotmeha 2006-ê de hat kuştin, ji ber ku wê li Çeçenîstanê otorîteriya Vladîmîr Pûtîn û binpêkirinên mafên merivî şermezar kir. Piştre min dît kesa şûna wê girtibû, Natalia Estemirova jî, di 15-ê Tîrmeha 2009-ê de, hatiye kuştin û di heman salê de rojnamevana Ûkraynayî, Anastasia Baburava ya 25 salî, di 19-ê Çileyê de, li navenda Moskowayê, bi guleyekê hatiye kuştin.

Paşê min dev ji lêgerîna xwe berda.

Êdî xwiya bû ku tu maneya wê nemaye. Ne ji ber ku ev cangorî jin bûn, ne jî ji ber mahneyên kujerên wan.

Anna Politkovskaya, di nivîseke ku piştî mirina wê di kompîtura wê de hat dîtin, pirsa « Min çi kir? » ji xwe dike. « Min çi kir?… Min bitenê tiştên ku şahidiya wan kir nivîsand. »

Rûpela Wîkîpedîa ya Emîne Kara dibêje ku ew şervan û çalakvaneke Kurd bû, di salên 1970-yê de, li Hilalê, li Tirkiyê (bakurê Kurdistanê) ji dayik bûye û piştî komkujiya li gundê xwe, di sala 1994-ê de, ew ji welêt reviyaye başûrê Kurdistanê – Iraq. Di sala 2014-ê de, li herêma xweser a Rojava beşdarî şerê li dijî DAIŞ-ê bûye. Birîndar bûye, li Fransayê bi cih bûye û ji wê derê têkoşîna xwe domandiye. Rojava navek e. Rojava tecrûbeyek e, sîstemek e ku xwe dispêre cihêrengiya çandî, etnîkî û pir mezhebî û peymaneke ekolojîk e.  Bi kurtayî hewldanek e.

Min xwest ku rûpelê bigirim.

Min nikaribû.

Di 4-ê Çileyê de, di rojnameya La Tribune de doktorê jeopolîtîk ê Zanîngeha Lorraine, Lina Kennouche, bi sernavê « Kurd, mexdûrên talî yên şerê li Ûkraynayê » gotarek weşandibû.

Her tişt wekî xaçepirsekê hev temam dike. Weke gêjgerînkekê.

Suzan, çima gelê te divê negirî?

Di Çileya 1953-yê de, ango berî niha bi 70 salî, Hannah Arendt di rojnivîska xwe de wiha nivîsîbû: « Was kann ich wissen, darf ich hoffen, was soll ich tun? »

Ez çi dikarim zanibim, çi destûra min dide ku ez hêvî bikim, divê ez çi bikim.

Tu diêşî û ez bê derman im. Melodiya te awazeke ji hêsiran e, ku tu her dem li paş bişirîneke mezin vedişêrî. Ji welatê te, ji wan welatan jin û mêr direvin. Naxwazin ji bo dozeke ku jê tê negihîştine şer bikin. Ji ber sedemên neheq naxwazin bimirin. Ew naxwazin careke din keç û kurên xwe binax bikin. Her wiha naxwazin dîsa careke din bidin girî. DYA lîstikeke xeter dilîze, ku welatên din jî bi heman çekan bersivê didin. Û gel goran dikolin, her tim yek li ser yê din, bi rûmeta katedralekê dikolin. Termên miriyan çi jin çi mêr wekî li şûna keviran bikar tên, dibin bingeh, dibin pêlik ji bo xwe gîhandina xwedayekî ku hêza wî nemaye da ku meriv li ber bigere.

Suzan, çima gelê te divê negirî? Yê min jî, divê bigirî. Marguerite Duras dipirse: Çawa dibe ku mirov her roj li ser tawanên rejîma Nazî nefikire? Her roj. Ez ji xwe dipirsim: Çawa dibe ku mirov her roja li tawanên rejîmên xwînxwar ên ku gelê xwe di nava gola xwînê de digevizînin nefikire. Em ê çawa her roj li vê yekê nefikirin, ne ji bonî bêhn çikandinê, lê ji bonî em biberdewamî binêrin ku em çi ne, da ku ev nêrîn bihizire, jibîrbûnê dahf bide û bi vî awayî, dev jibîrkirinê berde, li dijî sefaletê, birçîbûnê, agir û hemû cûreyên wêrankariyê divê em serî hildin. Ji wendabûnê bêtir, çawa dibe ku mirov her roj li jiyanê nefikire?

Suzana delal,

Dinya sar e. Bahozek hat. Piştî ku bûbikên ewil derketin, germahî kêm bû. Dayika min wêneyekî maseya baxçeyê xwe ya berfgirtî ji min re şand. Ez çûm li manastireke li Romontê bixebitim. Ez dikarim bibêjim ku min xwe li wir girt, bê telefon, bê nûçe, çendî jiyan ji nişka ve siviktir xuya dike, lê ev ne stargehek e, bitenê demeke rawestanê, cihê nivîsandinê ye. Ez ji van cihên dûrî keftelefta rojane hez dikim. Xwarin qediya. Ez xwe dispêrim derfetên heyî. Ez dua nakim, lê guh li dengê rebenan, li stranên wan didêrim û bêhna xwe vedidim.  Ez vê ji te re jî pêşniyaz dikim.

Suzana delal,

Em ê di demeke nêzîk de hev bibînin, tu zanî.

Karelle , 26-ê Sibata 2023-yê.

 

Auteurs & autrices

Datenschutzerklärung

ContactMentions légalesLettre d'information
Mentions de Cookies WordPress par Real Cookie Banner