Logo Weiter Schreiben
Menu
Recherche
Écrire, encore – Suisse est
un projet de artlink
De | It
Logo Weiter Schreiben
Menu
Lettres > Suzan Samanci & Karelle Ménine > À bientôt tu sais – Quatrième lettre

Hûn di nêzîk de bibînin hûn dizanin - Nameya çaremîn

 

Suzan Samanci, à Genève.© Sinan Kutluk

Karelleya delal, dema ku nameya te gihiştê min, hingî ez gellekî xemgîn bûm. Mixabin xwişka min a delal ya ku sê salan ji min piçûktir bû jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê bersiva min dereng ma.

Ber destê sibehê 25ê meha Çile têlefona min lêda, dema min vekir û bi dengekî kelogirî bi serpêhatiya bijîşkekî bi nermî biaxive, “Xwişka me Gulserenê koça dawî kir!”  Mîna wan kesên ku di wê kêliyê de serpêhatiyeke wan a nêzîkê mirinê de bîranînên ku min digotin, qey min jibîr kirine, li ser jimareyên wek saetên Swîsreyî hatin girtin û wek firfirokê zivîrî, mejiyê min tevizî. Min nikarîbû bigirîyam. Bi tenê dengekî fetsokî min got: “Ax xwişka min a delal!”

Meh ser ra derbas bûn. Dilê min hê jî dinal e. Ez hê di nav şîna wê de bûm, keça min 6ê Sibatê berêvarî felaketa sedsalê radigihand, “Her der wêran bû, kevir li ser keviran neman! Galeriya Amedê hilweşiya!” Hingî bîranînên rojên hunerî yên li DSMê wek birûskekê di hişê min de derbas bûn. Ji ber ku erdhêjê, parêzgehên kurdan yên belengaz wêran kiribûn, êşa min a takekesî û yên giştî tevlihev dibe, ez cihê xwe de dicemidim.

Rihê min di betlaneyeka pirr xerab de ye. Ez di wê êşê de dijîm ku ez nikarim herim welatê xwe.

Heft sal in min û xwîşka xwe hevûdu nedîtibû. Dema ku ew nexweş bû min nikarîbû êşa wê parve bikim û pê re mijûl bibim. Ez nebûm şahidê veşartina wê jî!

Her tişt ji bo min çima ewqasî tarî û sar e… Di bêdengiya şêrîn a şevê de hesreta min kûr dibe. Ez nikarim hînî vê demê bibim û qebûl jî bikim. Tunebûna wê di dilê min de parîçeyên camê ne…

Ya rastî, niha tengezarê êşa jiyanê me. Ez xema xwe, ne bi nivîsê û ne jî bi lorikan dikarim birijînim. Ew awirên wê yên xemgîn û nepenî ji min dûr nakevin, êşa min a takekesî di qêrîna bajarên ku ji nexşeyê hatine paqijkirin de dicemide û min dikişîne kûrahiya bîreke kûr a êşa giştî. Ez hinekî jî kêfxweş im ku wê, ev erdhêja tirsnak nedît. Piştî wê her der bû tofan… Yên ku bi salan e mirovan bi mirin û şînê aş kirine û feqirî wekî çarenûsê ferz kirine, ev tofan ne di xema wan de ye. Ne wêranbûn, ne talanî ne jî koçberî….

Karelleya delal,

Ez naxwazim derkevim derve, bixwînim û binivîsim; lê belê, gava min  serê xwe dispart pirtûkan, ez wek darên ku tên av dan, wisa li ser çikilên xwe vedijîyam. Lê niha gîyana min di bîreke hêçbûnê de dinale. Car caran qeyd, nîşe, têbinî û wêneyan berê dinihêrim. Rêveberiya irfî ya sala 1971an dema ku em rojeke zivistanê sirgûnî bajarê Perîyan kirin, em bilez û bez ketin rê. Dilê şofêr bi me şewîtîbû. « Ev pitik nikarin di vê rêwîtiya dûr û dirêj de li ber xwe bidin. Bila şevekê bibin mêvanên me, em ê sibê bi rê kevin. » Dest û lingên me ji sermayê diêşiyan, diçizîyan.  Hingî em çûbûn mala wî şofêrê xelkê Goksuna ku niha di erdhêjê de bûye çengek xwelî.  Sobe pêxistibûn û taştê amade kiribûn. Em li kêleka hev li ser doşeka erdê razayî bûn, dema ku çira li ser dîwêr dilîvîya, xwişka min di guhê min de kire pistînî û got,  « Li bajarê perî dibistan û pirtûkên çîrokan hene? »  Dû re, diya min got, “Şiişşş şişşş zarokno razin!” Me xwe kerr kir.  Serê sibê gava em ji xew rabûn, me perde vekir û li derve nêrî. Her der di bin berfê de mabû. Di bexçe de agir pêxistibûn û jinên derdora beroşa reş ji bo kedkarek demsalî şînê dikirin.

Karelleya delal,

Di 14ê Gulanê de li welatê min hilbijartina dewra bîst û heştem a parlementoyê û serokatiyê heye û kesên ku 21 sal in li ser desthilatdariyê ne, bi îstismarkirina hestên olî yên xelkê û avakirina sîstema aborî ya welat hilweşandine. Sîstemeke mafyayê. Xelk birçî, feqîr û belengaz in… Dijber, bi taybetî siyasetmedar, rojnamevan û nivîskarên kurd 7 sal in di zindanê de ne, ez nikarim biçim welatê xwe ji ber ku bûye girtîgeheke mezin.

Çapemeniya muxalefetê hatiye kerûlalkirin! Ev sed sal e di bin rêvebiriya dewleta ku xwe wekî komar û demokrasî dide nasîn, jiyana me bi rewşên awarte, darbeyên leşkerî, qedexe, sirgûn, mirin û şînê derbas bûye û dibe. Civakên ku di bin zext, tundî û xetera tunebûnê de ne, ji bo parastina hebûn û azadiya xwe her dem li hev dicivin. Nexasim ev rastiyeke xwezayî ye. Çeteyên talanker naxwazin vê rastiyê bibînin, her wisa serhildan neçar in. Kurd kevintirîn gelê dîrokê ne, bi sedsalan e ji bo azadîya xwe têdikoşin. Xelkê pêncî milyonî dixwaze bi ziman û çanda xwe bijî û xwe bi rêve bibe. Ev mafê her gel û çandê ye û gelo ji vê xwezayîtir çi heye? Zêdeyî çil sal in kurd ji bo dijî rejîma nijadperest a Tirk têdikoşe.

Helbet dîrok û paşeroj wê tarîtiya salên nodî, Helepçe, Girtigeha Amedê, Madimak, Roboskî, qetlîama li Gara Enqereyê û Sûrê jibîr neke. Roman, çîrok, fîlm û helbest şopînerên sereke yên van rojan in; pêvajoya dîrokî ji me re dibêje ku dîroka herî rast di hişmendî û perspektîfa hunermendan de mezin dibe. Demokrasiyên rasteqîn ji rejîmekê zêdetir rêgezek ramanê ye, têgihiştinek û nêrînek e. Em tirsa herheyî ya wan sûcdarên reş in… Li welatên ku tabû, qedexe, newekhevî û dadmendî lê tunebe, şikandina vê adeta wêranker, bi serîhildan û daxwaza azadiyê û bi cezayên herî giran û bi berdêlan dibe. Û ev berdêliya herî mezin jî dibe para jin û zarokan.

Li Afganîstan, Pakîstan û Îranê mirov tên darve kirin. Jin hê jî bi bahaneya namûsê tên sinetkirin; tên kuştin, di bîrên kûr de tu kes heqê wan napirse! Rewşenbîr û entelektuelên heqîqî ew in ku, ji bo azadiya kesên din ên bindest û mexdûran têdikoşin û rastiyê tînin ziman.

Karelleya delal, tu wekî jineka Swîsrî, hişê te ziz bûye û dilê te ji bo Kurdên ku li Parîsê hatine qetilkirin digrî. Herwiha ji bo Pakistan, Afganîstan, Îran û Ukraynayê jî digrî. Tu dizanî, gelek rewşenbîr û ronakbîrên Fransa û ABDê, kolonyalîzma welatên xwe rexne kirin û piştgirî dan tevgerên çarenûsî û rizgariya netewî.

Min Sakîne Cansiz di mîhrîcana çandî ya li Elmanyayê, di îmzekirina pirtûka xwe de nas kir. Kesayetiya wê ya ku hemû taybetmendiyên jinên şoreşger ên rasteqîn di xwe de dihewand û yekitiya rih û bedenê diafirand, gellekî bi bandor bû. Ew; xwediyê helwesteke estetîk bû, bûyîn û biryardarîya wê bixwe bû. Jinên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê têdikoşin her çiqasî jî di çapemeniya cîhanê de têra xwe cih negirtibin jî, wê di wêje û dîroka femînîst a cîhanê de cihekî girîng bigrin. Dema ez van rêzan dinivîsim rûgeşî û gotinên jinên ji bo azadiyê têdikoşin di hişê min re derbas dibin.

Karelle, yên ku berxwedana Olympe de Gouges a ku di şoreşa Fransa ya ku îlhamek mezin da me, bi awayekî aktîf cih girt û li ber giyotînê serê xwe netewand, yên ku ji hişmendiya Rosa Luxembourg ditirsiyan digotin: « Va ye jinika qehpik! » Desthilatdarên ku gule berdabûn serê wê û termê wê avêtine Kanala Lendwehr, ti caran nayê jibîr kirin. Ev rewş li Rojhilat bi awayekî hovane û li Rojava jî bi konetir û zanebûn didome. Ma ne ev zalim in ku van şeran gurdikin û herdem dinyayê serûbinî dikin?

Jina kurd a azadîxwaz Leyla Qasim di dema rejîma faşîzma Seddam de, di Mijdara 1974an de hat darvekirin. Beriya bê darvekirin ji diya xwe re gotibû: “Dayê, bi mirina me bi hezaran kurd wê şiyar bibin, wê ala me ya azadiyê li ba bibe. Dema ez bimrim xemgîn nebin, bila ji porên min ala rengîn çêkin.” Piştî çil û heşt salan Mahsa Jina Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin! Ji bo azadiyê jin bûn yek, dil û porên xwe kirin al.

Karelleya delal,

Ez difikirim ku çima di nivîsên me herûduyan de her dem reşbînî, nîşankirina negatîf û gazindan heye? Lê belê em bi aliyê xwe yê romannûsî, çîroknûsî û ceribandinê ve, me dikaribû li ser nivîsên Yaşar Kemal yên destanî û helbestî, Proustê ku hafiza wî helbestî û romantîk, Joyce ku bîra wî ya îronîk, Musilê ku bîra wî ya matematîk û felsefî, Woolf û Herta Müllera ku nivîsên wan yên rîtmîkî û muzîkî me behs bikira. Her çiqas serdema ku em tê de dijîn û di vê atmosferê de em bi van rastiyan re rûbirû bimînin jî, tiştê ku dilê me xweş dike dîsa wêje û huner e. Jixwe ya ku dê rastiyê bidomîne wêje bixwe ye.

Karelle, tu dibejî ku, “Ez ê biçim Diyarbekirê û xwe bigihînim pirtûkxaneya te û ji wir pirtûkekê ji te re bînîm! Te çiqas dilê min zîz kir, qirika min kire niqe niq! Odeya min a piçûk tijî pirtûk bû, çi bextewarîyek mezin bû! Ez hêrs dibûm, zarokan li bin şibaka min pirr deng derdixistin. Carna jî min ji wan re lava dikir ku piçekî bêdeng bin. Ez niha çiqas bêrîya wan dengan dikim… Dema ku ez bi tenêtîya xwe re dikevim rêwîtiyê, ez gellek caran jibîr dikim ku ez li ku me, dibe ku di binhişê xwe de naxwazim dem û dewrana buhurtîya xwe birbînim.

Her çendî ku her mirov xwediyê hestên aîdiyetê be jî, ew e ku bi domandina cûdahiya di navbera yên din û xwe de, di heman demê de xwebûn û koka xwe ya xwezayî biparêze û bi berhemdarî bijî. Gotinek Ursula Le Guin heye: “Yê ku ji malê derkeve, êdî nikare vegere malê.” Pirskirin, hilberandina hişmendiyan her dem di nav dubendiyê de ne û di heman demê de giyanên koçberîye ne.

Helbet di vê navberê de ez dikarim bibêjim ku niha pênûsa min li cih û warekî azad e. Ez dikarim bibêjim ez li welatê xwe bêzanebûn an jî bizanebûn di nav otosansûrekê de bûm. Encax niha li derbiderî û rewşa diasporayê de, bi kiryarên afirandin û hilberînê em dikarin hebûna xwe biparêzin. Bi dîtina min dema hilberandin û xwedîkîrina zihnî nebe, ne tenê li dîyasporayê, li hemû qadên jiyanê, ketina rewşa hîçbûnê an hebûnek hîç û pûç neçar e.

Karelleya delal, di nav çar rojan de li welatê min hilbijartin heye û hêvî dikim qedera welatê min bê guhertin. Ez pir xemgîn im û dilê min lêdide.  Axînekê kûr dikşînim û gotina Kafka li ser lêvên min e, “Hêvî heye, hêviyek heye, lê hê ji bo me nîne!” Yanî ez hewldidim ku hêviyê ji reşbîniyê wêdetir bifikirim. Xwezî min, romanên pembeyî an jî tiştên fantastîk binivîsanda.

Duh baran dibariya û ez çûm dikaneke kulîlkan li aliyê Meinierê. Ji bo balkona xwe ya piçûk çend kulîlkan bistînim. Tu dizanî, dema ku çikên baranê diketin ser camên otobusê, Luce İrigaray kete bîra min, cînavkên yên bêalî an jî bêşexsî çima bi rengek mêranî têne vegotin. Yên wek “il pleut, il neige” an jî “il faut” çima ne bêalî ne?  Heta ku ziman neguhere mirov nikare civakê biguherîne û bêyî ku civakê biguheze meriv nikare ziman biguhezîne.

Dem: 17:12 niha, dengê ambûlansê odeya min lerizand. Pêyvên, “Em hemû hînbûn û xeyal in! »  Niha, li ser pirtûkekê, fîlozofek bi nêrîneke kûr li min dinêre.  Hebûna min dinûçîne. Xumînek ji derve tê. Ma gelo bi rastî, em bi tenê hînbûn û xeyal in? Ya rastî ez qet nizanim!

Bi hevdîtin û bi silavên dostane!

Suzan

10ê Gulanê 2023

Saet: 17:26                                                                                                      Genéve

Auteurs & autrices

Datenschutzerklärung

ContactMentions légalesLettre d'information
Mentions de Cookies WordPress par Real Cookie Banner